Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê kiryarê terorîstiyên roja înî ya Iraqê
Roja înê 08/02/2013 terorîstan zîncîrek teqîn û karê terorîstiyê li çend parêzgehekî Iraqê encam dan ku mixabin ji ber vê sedemê hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê li demek de gelek bi tundî van karên terorîstiyan şermezar dike û heman demî de serxweşî û hevxemiya xwe bi malbatên şehîd û qurbaniyan radigihînê û hêviya başbûna lezgîniyê ji bo birîndaran dixwaze.
Berdewamiya kiryarên terorîstiyên li Iraqê de nîşana eweye terorîst wê valahiya emniyê derfet dibînin ku li encama bê şiyaniya dezgehên emniyên Iraqê ve dirûst bûye û hewl didin welat li nav bazina tundutîjî û kuştarên xelkê bê guneh ve bibin, Hikûmeta Federaliya Iraqê berpirsê wan ser û malên welatiyane ku biparêzê û aramiyê ji bo welat dabîn bike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09/02/2013
