• Tuesday, 10 February 2026
logo

PDK: Haya me ji êrişa li dijî NRT nîne

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
PDK: Haya me ji êrişa li dijî NRT nîne
Berdevkê encumena serokatiya PDK li Silêmaniyê, Ebdulwehab Elî diyar kir ku PDK tu kes li dijî televîzyona NRT gij nekiriye û wiha got: “Lê divê NRT li gorî pîvanên rojnamevaniyê bimeşe.”

Ebdulwehab Elî li bara gotinên nivîskar û rojnamevanê kurd Rêbîn Herdî ku gotibû “PDK berpirsê êrişa li dijî NRT ye” ji Rûdawê re axivî û got ku PDK tu kes li dijî NRT gij nekiriye û wiha axivî: “Haya me ji vê yekê nîne lê li nav xwepêşandanê de alîgirên PDK jî hebûn.”

Elî diyar kir ku eger ew ji televîzyona NRT nerazî bin dê serî li dadgehê bidin û wiha anî ziman: “Lê divê ew televîzyon û hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanê li gorî pîvanên rojnamevaniyê bimeşin.”

Li bara “sivikatiyên li dijî Mela Mistefa Barzanî” de jî Elî got ku Barzanî sembola neteweyî ya tevgera rizgariya kurd e ji ber ku wê jî milkê PDK nîne ku ew partî tenê li dijî vê yekê dengê xwe derbixe.

Îro (09.02.2013) komek welatî bi hêceta ku televîzyona NRT li dijî Mela Mistefa Barzanî sivikatî kiriye, li ber avahiya şîrketa Naliya kom bûn û xwepêşandan kirin.
Her wiha piştî xwepêşandanê bombek li ser banê avahiya televîzyonê teqiya.

Rudaw
Top