• Tuesday, 10 February 2026
logo

PDK û YNK: Serdana Barzanî ya Ewrûpa sûdmend bû

Gulan Media February 9, 2013 Nûçe
PDK û YNK: Serdana Barzanî ya Ewrûpa sûdmend bû
Di civîna polîtburoyên PDK û YNK de serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo welatên Ewrûpa ji bo piştevanîkirina ezmûna Kurdistanê sûdmend hat nirxandin. Di civînê de daxwaz ji Malikî jî hat kirin ku daxwaziyên xwepêşanderên deverên sunnî qebûl bike.

Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro (09.02.2013) li havîngeha Pîrmam a Hewlêrê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hat sazkirin.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek da belav kirin û tê de hat gotin ku di civînê de serdana Barzanî bo welatên Ewrûpa sûdmend hatiye nirxandin her wiha rewşa Kurdistan, Iraq û deverê û her wiha rewşa Kerkûk û deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê hatiye axaftin.

Li gorî daxuyaniyê babetek din a rojeva civîna YNK û PDK, xwepêşandanên vê dawiyê yên deverên sunnî yên Iraqê bû. Di daxuyaniyê de sedema domkirina xwepêşandanên han piştguhxistina daxwaziyên xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hat zanîn û ji serokwezîr Malikî hat xwestin ku daxwaziyên rewa yên xelkê qebûl bike.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî roja 20.01.2013 dest bi serdana xwe ya Ewrûpa kiribû û duh (08.02.2013) vegeriyabû Kurdistanê.

Rudaw
Top