• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nerazîbûna li hember “sivikatiya li hember Mela Mistefa Barzanî”

Gulan Media February 9, 2013 Nûçe
Nerazîbûna li hember “sivikatiya li hember Mela Mistefa Barzanî”
Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, komek welatî li ber avahiya şîrketa Naliya kom bûn û nerazîbûna xwe li hember televîzyona NRT ji ber “sivikatiyên li dijî Mela Mistefa Barzanî” anîn ziman.

Li bajarê Silêmaniyê îro (09.02.2013) derdora saet 16:45, komek welatî li ber avahiya şîrketa Naliya kom bûn û li dijî “sivikatiyên” ku di bernameyeke televîzyona NRT de li dijî Mela Mistefa Barzanî hatibû kirin, nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî yek ji kesên ku li ber avahiya şîrketa Naliya kom bibûn, di bernameya bi navê “Maykî Xelk” (mîkrofona gel) a televîzyona NRT de ku îro hat weşandin, kesekî telefon kiriye û “xeber û dijûn” daye Mela Mistefa Barzanî û wiha axivî:“Em vê sivikatiyê qebûl nakin û divê Naliya bersiva vê yekê bide.”

Hat gotin ku hejmara kesên ku li ber avahiya Naliya kom bibûn, zêdetirî 250 kesî bûn û dixwastin derbasî nav avahiyê bibin lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin.

Televîzyona NRT girêdayî şîrketa Naliya ye.

Rudaw
Top