• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îro 37 tirilyon arîkarî digihe Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media February 9, 2013 Nûçe
Îro 37 tirilyon arîkarî digihe Rojavayê Kurdistanê
Rêveberê peywendiyên sînorê Pêxabûr ji Rûdawê re diyar kir ku dergehê sînorê Pêşxabûr ê berî niha di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de hatî vekirin, nehatiye girtin û wê îro 37 tirilyon arîkarî bigihe Rojavayê Kurdistanê.

Rêveberê peywendiyên sînorê Pêxabûr yê navbera rojava û başûrê Kurdistanê de Şewket Berbiharî ji Rûdawê re diyar kir ku sînorê Pêşxabûr vekiriye û bi berdewamî alîkarî ji bo rojavayê Kurdistanê tê şandin. Berbiharî wiha got: “Tenê malpereke PYD’ê nûçeyek belav kir kir û got, dergehê Pêşxabûr hatiye girtin. Lê bi ti awayî dergeh nehatiye girtin.”

Şewket Berbiharî destnîşan kir ku ew hatine agehdarkirin wê îro 37 kamyonên alîkariyê ji qezaya Soran bigihin xala sînor û wê îro ji bo rojava bên şandin. Navbirî wiha got: “Ev jî belgeye ku dergehê sînorê navbera Herêma Kurdistan û rojavayê Kurdistanê nehatiye girtin.”

Rudaw
Top