Baydemîr: Êdî Pevçûna Navbera Tirk û Kurdan Heram e
Sempozyûma Aştiyê ku ji aliyê Weqfa Dildarên Ciwanên Civaka Sivil ve tê lidarxistin îro li Amedê dest pê kir. Ji 70 bajarên Tirkiyeyê ciwan tevli sempozyûmê dibin. Axaftina destpêkê ya sempozyûmê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr kir û peyamên aştiyê dan.
Baydemîr, bi bi bîr xist ku di dîrokê de peymana aştiya ewil li ser axa kurdan hatiye çêkirin û da zanîn divê niha jî kurd û tirk ji wan rojan sûd werbigrin. Baydemîr, ji bo ku bal bişkînê li ser guhertinên li Tirkiyeyê hatine çêkirin, behsa hin bîranînên xwe kir û destnîşan kir wan beriya 30 salan ji 2 tiştan tirsiyane.
Baydemîr wiha behsa bîranînê xwe kir: “Malbata min malbateke Nexşîbendî ye. Dema ez zarok bûm, hemû gundiyan li mala xwe zikir dikir. Ji bo ku dema leşker hat me agahdar bikin, me ji tirsa dewletê kesekî li ber derî dihişt. Me dema di Radyoya Erîvanê de stranên kurdî guhdar dikir, dîsa me ji tirsa leşkeran, kesekî datanî ber derî. Li ser wan rojan 30 sal derbas bûn. Ez bûm şaredar. Min di sala 2007’an de pîrozbahiya sersalê ji hin waliyên Tirkiyeyê re şand. Min bi Îngilizî, bi tirkî û bi kurdî, sersala wan pîroz kir. Lê ji ber ku tê de kurdî derbas dibû waliyan pîrozbahiya min ji min re paşve şandin. Ez bawer im qedexeyên ku niha hene jî piştî çend salan dê ji holê bên rakirin. Em ê behsa wan qedexeyan bikin û bikenin.”
Baydemîr, bal kişand li ser pêvajoya aştiyê û da zanîn ku çi mafê tirk, ereb û farisan hebe divê heman mafê kurdan jî hebin. Baydemîr got kurd, mafên xwe yên weke şîrê dayîke helal in dixwazin û wiha berdewam kir: “Em naxwazin Tirkiye perçe bibe. Êdî piştî vê pêvajoyê heram e ku kurd li hemberî tirkan, tirk jî li hemberî kurdan gule berdin.”
