Esed kurdek kir cîgirê wezîrê derve
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, di nûçeyeke xwe de belav kir ku pêncşema borî Esed Husamedîn Ala wekî cîgirê wezîrê derve yê karûbarên Ewrûpa û rêxistinên navneteweyî diyar kir.
Hûsamedîn Ala berê balyozê Sûriyê yê Spanya bû. Ala ji bajarokê Mabato yê bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê ye. Piraniya gundiyên bajarokê Mabato kurdên elewî ne.
Rudaw
