• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan Ahmed Turk hişyar kir

Gulan Media February 9, 2013 Nûçe
Ocalan Ahmed Turk hişyar kir
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmed Turk ê ku serdana Îmraliyê kiribû, diyar kir ku Ocalan ew hişyar kirine ku dibe rastî sûîqestan bên.

Roja 3’ê Çile hevserokê KCD’ê Ahmed Turk û parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata serdana Îmraliyê kirin û ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civiyan.

Li gor rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê, Ocalan di hevdîtinan de ji Turk re gotiye ‘Dibe ku kesên dixwazin pêvajoyê sabote bikin, we bikujin.’ Rojnameyê diyar kir ku Turk jî ev yek piştrast kiriye û wiha gotiye: “Di dema hevdîtinên li îmraliyê de em hişyar kirin. Got ku hevdîtin hatine qonaxekî diyar. Dibe ku di dema mûzakereyan de provakasyon zêde bibin û kesên têkariyê di pêvajoyê de bikin, divê bi dîqet bin.”

Hevserokê KCD’ê Ahmed Turk jî derbarê provakasyonan û sabotajan de wiha got: “Derbarê sabotajan de hinek agehdarî digihin guhê me jî.”

Rudaw
Top