• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê karwanekî komek û hevkariyê ji bo lêqewimiyên lehiyê şand parêzgeha Selaheddîn

Gulan Media February 7, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê karwanekî komek û hevkariyê ji bo lêqewimiyên lehiyê şand parêzgeha Selaheddîn
Li ser fermana rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pênçşem 07/02/2013 li Hewlêr karwanekî hevkariyê şandin parêzgeha Selaheddîn, bo ku wekî komek li ser lêqewimiyên lehiyê ji çendîn navçe û dêhatên sînorê wê parêzgehê bête dabeş kirin ku bi sedema baranbarînê mezin zerermendbûn.

Ji bo vê mebestê jî lîjneyekî bilind ji aliyê Serokayetiya Herêmê ve hate pêkanîn ku her du Wezaretên Navxwo û Tendirustiya Herêm û parêzgeha Hewlêrê jî li xwe girtibû, kar ji bo çawayiya amadekirin û gihandina wê karwanê komekê hate kirin ku pêkhatibû ji hevkariyên cûr bi cûrên alîkarî û xorekê.
Top