• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qamişlo: Yekîtiya mamosteyên zimanê Kurdî hate avakirin

Gulan Media February 7, 2013 Nûçe
Qamişlo: Yekîtiya mamosteyên zimanê Kurdî hate avakirin
Li bajarê Qamişlo dazgeha zimanê Kurdî (SZK) bi armanca derxistina rola jinê di saziyan de, roja sêşemê cîvinek ji bo hemû mamosteyên jin li navçeya Cizîrê li hola Mihemed Şêxo ya çand û huner saz kir.

Li gor nûçeya ajansa Firatê bi Erebî belav kiriye ku, civîn bi beşdariya bi sedan mamosteyên jin yên zimanê Kurdî ji hemû navçeyên Cîzîrê (Qamişlo, Dirbesiyê, Amudê, Hesekê, Dêrîka Hemko û Tirbespiyê) amadebûn birêveçû.

Di civînê de endama kordînasyona Yekîtiya Starê Henîfe Hisên, axivî û teqez li ser giringiya zimanê Kurdî kir bi taybet di nasnameya gelan de û rola jina Kurd ya di parastina zimanê Kurdî de jî anî ziman.

Ji aliyê xwe ve jî seroka encûmena gel ya bajarê Qamişloyê Remziye Mihemed bi giring ev civîna mamosteyên jin ya zimanê Kurdî nirxand û bi gavekî pîroz binav kir.

Di dawiya civînê de piştî nîqaşan mamoetyên jin biryar standin ku yekîtiya mamosteyên jin di nava saziya zimanê Kurdî li navçeya Cizîrê bê avakirin û ew yekîtî ji 7 mamosteyên jin pêk were.

Hêjayî gotinê ye saziya zimanê Kurdî li hemû navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên yên xwendina bi zimanê Kurdî birêve dibe û bi sedan mamoste jî damezrandine.

Xendan
Top