• Tuesday, 10 February 2026
logo

BDP Bersiva Erdogan Da; Hevserokên Me dê Biçin Îmraliyê

Gulan Media February 6, 2013 Nûçe
BDP Bersiva Erdogan Da; Hevserokên Me dê Biçin Îmraliyê
Cîgira serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan, derbarê çûna Îmraliyê de bersiv da Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan. Buldan got: “Erdogan çi dibêje bila bêje; fikra me zelal e. Divê di nava şanda dê biçe Îmraliyê de hevserokên me hebin.”


Cîgirên serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken îro li Parlamenta Tirkiyeyê daxuyanî dan. Li ser navê koma BDP’ê Pervîn Buldan axivî û bersiv dan gotinên Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên derbarê hevdîtina bi rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan de. Erdogan gotibû, kesên ku li gor gotina wî “terorîst” (wek amaje bi çekdarên PKK) himbêz kirine nikarin biçin Îmraliyê.

Buldan diyar kir, ku ew weke koma BDP’ê ji bo xebata aştiyê amede ne. Pervîn Buldan destnîşan kir, BDP bi biryar e vê pêvajoyê bidomîne û da zanîn ku ew ji bo çûyîna hevserokên BDP’ê yên Girava Îmraliyê bi israr ın û wiha axivî: “Serok wezir çi dibêje bila bêje. Fikra me zelal e. Di nava şandeya ku dê biçe Îmraliyê de divê hevserokên me hebin.”
Buldan ragihand, ku Serok wezîr nikare weke serokê BDP’ê ferman bide parlamenterên BDP’ê û encax BDP bi xwe dikare kesên ku dê biçin Îmraliyê diyar bike.

Piştî Buldan, cîgirê serokê Koma BDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken jî axavtinek kir. Baluken, got serok wezîr nikare bi peyamên xwe yên li derveyî welat pirsgirêkan çareser bike û wiha berdewam kir: “Serok wezîr! Dev jê berde bila em biryar bidin ka kî dê çi bike, kî dê çi neke. Çawa em destwerdanê di AKP de nakin, bila serok wezîr jî destwerdana me neke. Ma kesên ku bi serok wezîr re derdikevin derveyî welat em diyar dikin? Na. Bila serok wezîr jî tevli biryarên me nebe.”
Top