• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Hevserokên KCD û Hevseroka BDP Nikarin Serdana Ocalan Bikin

Gulan Media February 6, 2013 Nûçe
Erdogan: Hevserokên KCD û Hevseroka BDP Nikarin Serdana Ocalan Bikin
Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi ragihandina kesên ku çekdarên PKK himbêz kirine, nikarin biçin Îmralîyê, şertûmercê berdewamîdan bi hevdîtinên li gel rêberê girîtyê PKK Ebdullah Ocalan diyar kir. Bi ewê çendê jî Gultan Kişanak û Aysel Tugluk ji ber himbêzkirina çekdarên PKK li navçeyeke parêzgeha Çolemêrgê nikarin biçin Îmraliyê.


Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duh şev li Macarîstanê pirsên rojnamevanan bersivand. Erdogan bersiv da pirsên li ser hevdîtinên Îmraliyê û pîvanên çûyîna Îmraliyê aşkera kir. Erdogan di evê konfransa rojnamevanî de diyar kir, ku kesên çekdarên PKK (li gor gotina Erdogan bi xwe çekdarên terorîst) himbêz kirine û kesên li gorî pêvajoyê tevnegeriyane dê nikaribin biçin Îmraliyê.

Li gorî gotinên Erdogan, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk ji ber himbêz kirina çekdarên PKK nikarin biçin girtîgeha Îmraliyê û bi rêberê girtîyê PKK Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêk bihînin. Herwiha li gor gotinên Erdogan, parlementerê serbixweyê Mêrdînê û hevserokê KCD’ê Ehmed Turk jî dê ji ber gotinên xwe yên li Amedê ku gotibû “Serok wezîr aştîyê dixwaze, lê li ser kurdan bombeyan dibarîne” nikaribe biçe Îmraliyê.

Erdogan da zanîn, ku endamên malbata Ocalan dikarin serdana wî bikin, lê kesayetîyên siyasî gerek bi destûra wezareta dadê ya Tirkiyeyê serdanê bikin û got, ku wezareta Dadê biryar li ser hemû serlêdanên daxwaza çûyîna Îmraliyê dide û dipejirîne.
Serok wezîrê Tirkiyeyê herwiha got : “wezareta Dadê li ewan serlêdanan dinêre û piştre jî dê biryar bide. Kî bixwaze dê nikaribe biçe. Bira, xwişk, dê, bavê wî dikarin biçin. Lê kesên siyasî bi destûra wezareta Dadê dikarin biçin. Me çend roj berê 2 siyasetmedar şandin (wek amajedanek bi çûna Ehmet Turk û Ayla Akat). Birayê wî jî carna diçe. Em naxwazin şer û pevçûn derkeve. Mînak, me dikarîbû destûr neda merasîma cenazeyan, Lê ji bo ku ev pêvajo xirab nebe me destûr da.”

Ev gotina Erdogan wek amaje bi rêdan bi sazkirina merasîma cenazeyên her sê çalakvan û siyasetmedarên jin ên bakûrê Kurdistanê ye, ku di kirdareke terorîstî de li Parîsê hatin terorkirin. Roja 10/01/2013 sê çalakvan û siyasetmdarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîs a paytextê Fransayê di kirdareke terorîstî de hatin terorkirin û polîsê fransa heta niha li ser lêkolînên li ser evê bûyerê berdewame û kesek bi esl turk bi navê Omer Gunay wek berpirsyarê serekîyê encamdana terorê girtiye.
Top