• Tuesday, 10 February 2026
logo

Elawî: Prosesa Siyasiya Îraqê Îflas Kiriye

Gulan Media February 5, 2013 Nûçe
Elawî: Prosesa Siyasiya Îraqê Îflas Kiriye
Serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî ragihand ku, hilweşandina Parlementoya Îraqê tişteke gelek zehmete lêbelê guhertina Serokwezîrê Îraqê kareke asane.

Elawî herwiha eşkere kir ku, prosesa siyasî ya Îraqê bi giştî îflas kiriye lewre xwevekêşandin ji Hikûmetê di pêvajoya niha de ne li gorî berejwendiyên giştî yên Îraqê ye.

Elawî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, lîsteya wan jiber parastina berejwendiyên Îraqê dev ji gelek mafên xwe di dema pêk anîna Hikûmeta niha de berdaye.
Top