Parlemana Ewrûpa derbarê pirsa Kurd dê bicive
Li gor nûçeyeke ajansa Firatê belav kiriye, di rojên 6 û 7ê vê heyvê parlemana Ewrûpa ji bo gengeşekirina derbarê çareserkirina pirsa Kurd li Turkiye bi rêya aştî û demokrasiyê, dê civînekê di bin navê gotûbêja bo çareserirya pirsa Kurd li dardixe.
Li gor wê çavkaniyê, hevserokê Partiya Aştî û demokrasiyê jî dê beşdarî wê civînê bibe,ku ew civîn ji aliyê Partiyên Çep û Lîbral û Sosyal Demokratên parlemana Ewrûpa tê saz kirin.
Biryare beşdarvan ji bilî geneşekiria pirsa aştiyê, raman û nêrînên xwe jî derbarê hevdîtinên vê dawiyê di navbera Ebdula Ocalan û berpirsên dewleta Turkiye jî bînin ziman.
Xendan
