• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara Qurbanîyên Teqînên Duh yên Kerkûkê; 33 Kuştî û 70 Birîndarin

Gulan Media February 4, 2013 Nûçe
Hejmara Qurbanîyên Teqînên Duh yên Kerkûkê; 33 Kuştî û 70 Birîndarin
Jêderên polîs li Kerkûkê ragihandin, ku bi egerê teqînên xwekujîyên bi rêya otomobîlên bombekirî ve û ji ber êrişa du xwekukjên din ku cilên polsî li ber xwe kiribûn, bi kêmanî 33 kes giyanê xwe ji dest dane û 70 kes jî birîndar bûne.


Îro du otomobîlên bombekirî li pêş baregehê birêveberayetîya polîsê Kerkûkê teqîyan û di encam de gelek kes hatine kuştin an jî birîndar bûn. Birêvebirê polîsê qezaya Kerkûkê û derdora wê Serhed Qadir jî di teqînên îro de birîndar bûye û tîmên hawarhatinê ew rakirine nexweşxaneya Emergensî (hawarhatin) ya Hewlêrê û tendirustîya wî başe.

Li gor jêderên nêzîk ji polîsê Kerkûkê, cendekên qurbanîyên teqînên terorîstîyên îro di jêr xirabeyan de mane û tîmên hawarhatinê hewla deranîna wan didin.

Herwisa jêderekê ji ajansa nûçeya Royterz (Ruerters) re ragihandiye, ku ´´ du çekdarên xwekuj jî ku teqemenî bi cendekê xwe ve girêdabûn, hewl dane êriş bikine ser avahîya birêveberayetîya polîsê Kerkûkê, lê ji alîyê pasevanên dergehê serekîyê baregehê ve teqe li wan hatiye kirin û ew her du terorîst hatine kuştin.´´
Top