• Tuesday, 10 February 2026
logo

Esed: Supayê Suriya Amadeye Rû Bi Rûyê Êrîşên Derveyî Bibe

Gulan Media February 4, 2013 Nûçe
Esed: Supayê Suriya Amadeye Rû Bi Rûyê Êrîşên Derveyî Bibe
Serok komarê Suriya Beşar Esed ragihand, ku supayê wî dikare rû bi rûyê êrîşên derveyî bibe.

Li angora reporteka ajansa nûçeya Fransa, Beşar Esed di kombûnekî de bi berpirsên Îranê re li bajêrê Dîmeşiqê ragihand, ku Îsrayel dixwaze rewşa navxweyî ya Suriya têk bide û ne aramîyê li wî welatî dirust bike.

Di bareya êrîşa çend rojên derbasbûyî de ya Îsrayel a ji bo ser xaka Suriya, Esed got: ew êrîş rola Îsrayel aşkira kir, ku Îsrayel hemahengî bi sîxur û dijminên nava xaka Suriya re heye.

Esed weha jî da zanîn, ku supayê Suriya amadeye rû bi rûyê her destwerdanekî bibe.
Top