• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokatiya Kurdistanê Teqînên Kerkûkê Mehkûm Kir

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Serokatiya Kurdistanê Teqînên Kerkûkê Mehkûm Kir
Dîwana Serokatiya Kurdistanê bi mebesta şermezar kirina êrîşên evro yên li Bajarê Kerkûkê de daxuyaniyek weşand û ev êrîşên han şermezar kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê de hatiye nivîsandin ku, evro Yekşem Birêveberatiya Polîsên Kerkûkê bû armanca êrîşeke namerdane ya Terorîstan û di encam de hijmareke zêde ji hêzên Polîs û welatiyên medenî şehîd û birîndar bûn.

Armanca sereke ya Terorîstan ji êrîşên bo ser Birêveberatiya Polîs û dezgehên din yên ewlekarî ên li Kerkûkê de ji nav birina hêza sereke ya parastina Kerkûk û derdorêye daku, bihevre jiyan û asûdebûna Şîniyên Kerkûkê hilweşînin.

Em weke Serokatiya Kurdistanê bi tundî ev êrîşên han mehkûm û şermezar dikin û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên Şehîdan dikin û hêvî dixwazin ku, welatiyên birîndar jî bilez baş bibin û daxwaz ji tevahiya aliyên têkeldar yên Hikûmeta Kurdistanê dikin ku, bi her awayî hevkariyên pêwîst bigehîne qurbaniyên vê bûyera han ya rewş.

Em weke Serokatiya Kurdistanê piştgîriya xwe bo tevahiya xelkê Kerkûkê û dezgehên fermî yên li vê Bajarê diyar dikin û tekez li ser vê yekê jî dikin ku, ti pilaneke Terorîstan û neyarên aştiyê nikare bibe sedema vê yekê ku, xelkê serbilind yê Kerkûkê dev ji daxwazên xwe yên qanûnî berde.

Dîwana Serokatiya Kurdistanê

3.2.2013
Top