• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Pakîstanê Êriş: 35 kes hatin kuştin

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Li Pakîstanê Êriş: 35 kes hatin kuştin
Îro 2/2, di êrişeke xwekujî ya çekdarên tevgera Talîbanê li dijî baregeheke leşkerî ya Pakîstanê li Likî Mirot a li bakûrê rojavayê welêt de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyekê kanala Skynewsê di wê êrişa xwekujî de 12 çekdarên artêşê û 13 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û 10 kesên ji endama yek malbatê jî di encama ketina guleyekê li ser mala wan mirine.

Tevgera Talîban a Pakîstanî berpirsyartiya xwe li wê êrişê ragihand û got ku, endamên wan ev êriş weke bersivekê li hemberî êrişên balafirên Emrîkî ya heyva borî li navçeya Wezîristanê encamp dabû ye ku tê de 2 serkirdeyên tevgerê hatibûn kuştin.

Berdevkê bi nave talîbanê ragihand ku 4 êrişkarên xwekuj xwe bi baregeha leşkerî ve teqandine û zêdetir ji 10 kesan hatiye kuştin. Her weha berpirsên ewlekariyê jî dan zanîn ku qayîşên bombeyî li ser termê du ji wan êrişkaran dîtine.

PUKmedia
Top