• Tuesday, 10 February 2026
logo

Lîsta Kurdistanê daxwazeke Malikî derbarê destûrê de red kir

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Lîsta Kurdistanê daxwazeke Malikî derbarê destûrê de red kir
Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb ragehand ku daxwazeke Serolwezîrê İraqê Nûrî Malikî ya derbarê sererastkirina destûrê de red kirine û got: ‘’Li gor me cîbicîhkirina destûrê careseriye ji bo vê qonaxê ne sererastkirin.’’

Derbarê daxwaza Malikî de, Mueyed Teyîb daxwiyaniyek da û got: ‘’Di demekê de ko nakokiyên siyasî zêde bûne, li piraniya parêzgehan xwepêşandan hene û xelk ji sernekeftina hikûmetê di warê asayîş, aramî û pêşkêşnekirina xizmetguzariyê de hest bi bêzariyê dikin, car car em hinek tiştan dibihîzin ku daxwaza hilweşandina destûrê dikin.’’

Teyîb wiha axifî: ‘’Di daxwiyaniya herî dawî de Malikî daxwaza sererastkirina destûrê dike, em wek Hevpeymaniya Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ew pirsgirêkên em ji ber wan dinalînin bi dereceya yekem di encama cîbicînekirina destûrê û cîbicînekirineke rast a yasayan de serî hildane neku destûr bûye sebep.’’

Di berdewamiya axaftina xwe de Mueyed Teyîb got: ‘’Em li ber van tîrêjên nakokiyên siyasî nikarin wan yasayan pesend bikin ku gelekî girîng in wek yasaya Dadgeha Federalî, Yasaya Lêborîna Giştî, Yasaya Petrol û Gazê û çendîn yasayên din, ku rewş evna ye em çawa dikarin destûreke nû dabirêjîn an jî sererast bikin, lewra hîç çareseriyek nîne ji xeynî cîbicîkirina made û bendên destûrê, çareseriya herî baş jî di vê qonaxê de evna ye.’’

Rojnamabas
Top