• Tuesday, 10 February 2026
logo

Arinc: Doz gelekî girêk û hesas e

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Arinc: Doz gelekî girêk û hesas e
Cîgirê serokê hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinc ragihand ku ji 50- 60 sal û vir ve herî zêde li Tirkiyê pirsa Kurd ji hemû babet û dozên ku têne behskirine. Her weha Tirkiyê ev 30 sale êşa terorê dikşîne û bi hezaran kes bûne qurbanî.

Di çavpêkeftinekê li gel televizyonekî herêmî li bajarê Bursayê, Bulent Arinc got. Armanca me ewe ku em bihlêlin rêxistin dev ji çekan berde û çalakiyên xwe rawestîne û ya duyem jî ji sînorên Tirkiyê derkevin û ya sêyem êrişên çekdarî li cihên ku biçinê jî bisekinîn in.

Arinc da zanîn ku pirsa goftûgoyên niha di destê dazgeha MÎT`ê de ye û tu rola hikûmeta bi serokayetiya Receb Teyîb Erdogan tuneye. Arinc teqez kir û got: “Doz gelekî girêk û hesas e.”

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê berdewam kir û got: “Ger em bighêjin encamên erênî pêre rêxistin dê çekên xwe dîne aliyekî û dev ji êrişan berde, ev hemû jî wê bi agahdariya parlemanê be.”

Di çavpêkeftina xwe de, Arinc da zanîn ku goftûgo bi serokayetiya serokê dazgeha istixartata Tirkiyê MÎT`ê Hakan Fîdan birêve diçin.

PUKmedia
Top