• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji bo her malbatek penaberên Rojava 400 hezar Dînar

Gulan Media February 3, 2013 Nûçe
Ji bo her malbatek penaberên Rojava 400 hezar Dînar
Wezîrê Koç û koçberan yê Êraqê ragihand ku, razîbûna li ser hevkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê ku niha li kampên herêmê akincî ne hatiye wergirtin, û aşkere kir ku, ji bo her malbatekê birê 400 hezar Dînar û ji bo her kesekî bi tenê jî birê 150 hezr Dînar dê bê xerc kirin.

Wezîrê Koç û koçberan yê Êraqê Dîndar Doskî di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Xendan ragihand ku,wan daxwaz ji komisyona penaberan kiriye ku, data û hejmara penaberên Sûriyê yên di sînorê parêzgeha Duhok û kampên din yên Herêma Kurdistan`ê de akincî ne rê bikin ji bo wezareta wan daku alîkarî ji bo wan bê kirin.

Her weha got: Li gor zanyariyên destpêkê zêdetirî 60 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêma Kurdistan`ê , lewra hikûmeta Êraq`ê biryar daye ku ji bo her malbatekê 400 hezar Dînar û ji bo her kesekî 150 hezar Dînar dê xerc bike, lê ev alîkarî tenê ji bo yek carê dibe,

Wezîrê Koç û koçberan yê Êraqê aşkere kir ku, rojane nêzî 500 kes ji Sûriyê penaber dibin û digihin sînorê herêmê, û weha pêda çû, niha navên wan penaberan ji aliyê komisyona penaberan û hikûmeta herêmê ve tê nivîsandin, lewra heya niha hejmar giştî ya penberan ne li ber dest e.

Beriya niha jî wezîrê bazirganiya Êraq`ê Dr. Xeyrula Hesen aşkere kiribû ku, ew bi rêya wezareta koç û koçberan û wezareta bazirganiya Êraq`ê kar dikin, daku civata wezîran razîbûna xwe li birîna beşek xwerek ya heyvane ji bo tevaya wan penaberên Sûriyê nîşan bide.

Dr. Xeyrula got: Çênabe her heyvekê alîkarî bê komkirin, lewra pêwîste hikûmeta herêm û navendî jî kar bikin, daku mîna welatiyên Êraq`ê beşê xwerekê ya heyvane ji bo penaberan jî bê dabînkirin, jiber vê çendê pêwîstiye wê yekê bi razîbûna civata wezîran heye ku em jî em karekî ciddî li ser wê babetê dikin.

Xendan
Top