1-mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê îro dest pê dike
1-mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê bi serpereştiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi piştgiriya Federasyona Elewiyên Demokrat, Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk, Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Pîr Sultan Ebdal îro dest pê dike û dê du rojan berdewam bike.
Di konferansê de dê hebûna Elewîtiyê di Kurdistanê de ku baweriyekî dîrokî ya kevne, pêvajo û pirsgirêkên jiyayî dê bên nîqaşkirin, herwiha dê pirsgirêk, daxwaz, avakirina tekoşînek hevpar a Elewiyên li Kurdistanê û pêvajoya dîrokî bên nirxandin.
Elewîtî ku di Rojhilata Navîn de berxwedan û felsefeya gelane, dê di konferansê de balê bikişînin ser sedemên wê yên civakî, dîrokî û baweriyê. Dê gelek pîrên Elewî û nûnerên saziyan beşdarî konferansê bibin.
Rojnamabas
