Duh Hikûmeta Kurdistanê bi minasebeta kiriyara Terorîstî ya yekê Sibatê a li Hewlêrê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya han de hevdem ligel rêz girtin ji Şehîdên Kurdistanê bi giştî û yên yekê Sibatê bi taybetî, ev kiriyara han mehkûm û şermezar kiriye.
Hikûmeta Kurdistanê di beşeke din ya vê daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî dijî Teror û Terorîstaye û li ser şerê li dijî Terorê biîsrare.