Hat nûkirin...Jiber topbaranê 14 kes li Eşrefiyê mirin
Şîniyên taxê diyar kirin ku topek li kolana giştî ya taxa Eşrefiyê, beranberî dermanxaneya Sefer ya nêzî xala kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e ket.
Ev yek jî bû sedema kuştin û birîndarkirina welatiyan û 5 topên din li çerxeriya li ber parka Eşrefiyê ket û ziyanên giran giyandin malên welatiyan.
Welatiyên ku jiyana xwe jidest dane navên wan ev in; Xelîl Hisên Cefer, Celal Mihemed Heftaro û Mihemed Dîbo Hibû,herwiha Endamê Meclisa Gel a bajarê Heleb`ê Ehmed Rengîn jî bi giranî birîndar bûye.
Herwiha hate ragihandin ku di pevçûnên li nêzî Eşrefiyê, di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyê de tangek rêjîma Sûriyê bi temamî têkşikiyaye.
Xendan
