• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmet Du Peymanên Din Bi Du Kompaniyên Mezin Re Îmze Dike

Gulan Media January 31, 2013 Nûçe
Hikûmet Du Peymanên Din Bi Du Kompaniyên Mezin Re Îmze Dike
Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê Hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand ku, niha Hikûmeta Kurdistanê bi mebesta bilindtir kirina asta hilbirîna petrola xwe li gel du kompaniyên mezin yên Cîhanî ên ku, di warê hilbirîna petrolê de kar dikin dest bi giftûgo kirin kiriye.

Aştî Hewramî her çend nexwest navê wan kompaniyan eşkere bike lêbelê diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê du peymanên girîng bi wan her du kompaniyan re îmze kiriye.

Hewramî herwiha anî ziman ku, kompaniya Exxon Mobil li ser karên xwe li Kurdistanê de berdewam dibe û bi ti awayî ji Kurdistanê navekêşe.
Top