• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ebdullah Gul Pejirand; Tohmetbar Dikarin bi Kurdî Bergirîyê ji Xwe Bikin

Gulan Media January 31, 2013 Nûçe
Ebdullah Gul Pejirand; Tohmetbar Dikarin bi Kurdî Bergirîyê ji Xwe Bikin
Serok komarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul qanûna rê dana bi bi kar anîna zimanê zikmakî ji alîyê tohmetbaran ve di dadgehên ewî welatî de pesend kir û bi evê şêweyê êdî tohmetbarên Kurd dikarin didgehan de û bo bergirîkirin ji xwe zimanê Kurdî bi kar bihînin.


Ajansa nûçeyan a Anatolî di nûçeyekeê de ragihand, ku nivîsîngeha serok komarîtîya Tirkiyeyê ji koşka Çankaya daye xuyakirin, ku Ebdullah Gul serok koamrê Tirkiyeyê qanûna rê dan bi bi kar anîna zimanê Dayikê di dadgehên Tirkiyeyê de pesend kiriye û êdî ji niha ve hemû tohmetbar dikarin bi zimanê xwe yê dayikê û yan her zimaneke din ku pitir bi ser zal bin, bi şêweyeke zarekî bbergirîyê ji xwe bikin.

Li gor evê qanûnê, wergêrek gerek axavtinên tohmetbaran wergerîne ser zimanê fermî yanî bo ser zimanê Tirkî û pereyê heqdestê wergêr jî. Gerek tohmetbar bi xwe bide, lê destnîşankirin û rêdan bi wergêr di desthilata dezgeha dadwerîya Tirkiyeyê de ye û dê dadgeh wergêr hilbijêre.

Her ji ber ewê çendê jî, îro di dadgeha komarîya Tirkiyeyê ya li Amedê de, proseya dadgahî kirina 7 kes ji tohmetbarên Kurd hate paşxistin, heta ku dadgeh bikare wergêrên baş û guncayî hilbijêre.

Mehmet Emîn Aktar parêzerê Kurd ê Amedê di ewvê bareyê de ji NTVmsnbc re gotiye:´´ min ji dadwerê (qazîyê) dosyayê xwast da ku rê bide li gor qanûna nû ya pesendkirîya parlemana Tirkiyeyê, mowekilên min bikaribin bi zimanê Kurdî bergirîyê ji xwe bikin. Qazî jî daxwaza me pejirand û proseya dadgahîkirinê bo demek din paşxist da ku dadgeha Amedê bikaribe her çi zûtir wergêrên pêywîst bo xwe destnîşan bike û bi kar bihîne.´´


Li gor qanûna nû ku parlemana Tirkiyeyê pesend kiriye û niha piştî pejirandina Ebdullah Gul serok komarê ewî welatî bi fermî dikeve biwarê cîbicîkirinê, tohmetbar dikarin xêncî zimanê Tirkî bi her zimaneke din ku pitir bi ser de zal bin, di dadgehên Tirkiyeyê de bi şêweyeke zarekî bergirîyê ji xwe bikin, lê pêywîste bi pereyên xwe wergêr bigirn û wergêr jî dê ji alîyê dadgehê ve bihê destnîşankirin. Herwisa li gor qanûna nû, kesên zîndanî heger hevjîn û zarok hebin, dikarin di zîndanê de hevdîtinê bi hevjîn û zarokên xwe re bikin û dikarin bo maweyeke demkî û kêm li gel hevjînê xwe bi tenê bin.
Top