• Tuesday, 10 February 2026
logo

Endameka Kurd: Gerek Alîyên Siyasîyên Iraqê Ji Bo Çareserkirina Arîşeyan Guft û Goyê Bi Hev Re Bikin

Gulan Media January 31, 2013 Nûçe
Endameka Kurd: Gerek Alîyên Siyasîyên Iraqê Ji Bo Çareserkirina Arîşeyan Guft û Goyê Bi Hev Re Bikin
Endameka encûmena nûnerên Iraqê daxwaz ji alîyên siyasî kir, ku guft û goyê di bareya çareserkirina krîza niha ya Iraqê de bikin.

Di evê bareyê de, endama encûmena nûnerên Iraqê Viyan Dexîl a ku ser bi hevpeymanîya Kurdistanî ve ye di daxuyanîyeka rojnamevanî de ragihand, ku gerek di guft û goyê de behsa hemû arîşeyan bihê kirin û maweyek ji bo çareserkirina arîşeyan jî bihê diyarkirin.


Viyan Dexîl weha jî da zanîn, ku gerek alîyên siyasî ji bo çareserkirina arîşeyan, tenazulê ji bo hev du bikin.


Viyan Dexîl weha jî da xuyakirin, ku hevpeymanîya Kurdistanî ji bo çareserkirina arîşeyan, amadeye pêşwazîya her biryarekî bike ku di berjewendîya gelê Iraqê de be.
Top