PKK çek danînê red dike
Rojnameya Hurriyet Daily News ê Turkî ji zarê çavkaniyekî ve belav kir, li gor ew xişteya demî, ku di navbera Ebdulla Ocelan serokê desteserkirî yê PKK û hikûmeta Turkiya de, bo rêkeftina aştiyane hatiye amadekirin ku, Partiya Karkerên Kurdistanê di meha Sibata dahatî li ser daxwaza Ocelan dê agirbestê rabgihîne u paşî jî dê çavervan bin, di demsala Buhar`ê de dê bo nîşandana niyazpakiyê 100 gerîllayên PKK çekên xwe danin.
Sebaret bi wê nuçeyê berpirsek PKK ku nexwast navê xwe eşkere bike bo malpera Sibey ragehandiye, ew nuçe ji rastiyê dûre û mijara çek dananê di stratijiya PKK ê de nîne.
Ji aliyekî din ve, peyvdarekî bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê bo ajansa Reuters ragihandiye, PKK çi beyannameyek fermî sebaret bi ragirtina şer di gel Turkiye belav nekiriye, di çarçova proseya aştiyê ya di navbera her du aliyan de.
Xendan
