• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Itîlafa Sûrî amadeye bi rêjîma Esed re rûne

Gulan Media January 31, 2013 Nûçe
Serok Itîlafa Sûrî amadeye bi rêjîma Esed re rûne
Duh roja çarşemê 30/1/2013`an, Serokê Itîlafa Sûrî ya dijber Mu`az Xetîb bi belavokekê ku li ser malpera xwe ya şexsî li Facebookê ragihandibû ku ew ji bo diyaloga bi nûnerên rêjîma Beşar Esed re amade ye.

Li gor beyannameyê, Xetîb gotiye: "Min ji kanalên çapemeniyê bihîst ku rêjîma Sûriyê bo diyalogê bang li opozisyonê kiriye û serokwezîr jî bi vê projeyê erkdar kiriye, her weha wezîrê navxwe yê rêjîmê jî serkirdeyên opozisyonê bo vegera Sûriyê vedixwîne."

Xetîb gotiye: "Ez radighînim ku bi rasterast li gel nûnerên rêjîmê li Qahîrê yan Tunisê an Stenbolê rûnim."

Serokê Itîlafa Niştimanî yê Sûriyê jibo ku ev hevdîtin encamp bide mercê xwe daniye û gotiye: “Ji bo ev diyalog destpê bikin pêwîste rêjîm 160 hezar zîndanî bên serbest kirin û bi taybet ew jin û girtiyên li girtîgehên istixbarata asmanî û girtîgeha Seydnayê.” Her weha Muaz Xetîb mercê xwe duyem jî xwestiye ku pasportan bo Sûriyên li derve ta du salan dirêj bike.

Xetîb berdewam kiriye û weha pêde çûye: "Çendîn baweriya min bi rêjîmekî ku zarokan dikuje û êrişî nanxaneyan dike û zanîngehan bombebaran dike û bê gunehan dikuje tune ye, ev destpêşxerî wek niyazpakiyekêye bo lêgerîna li çareseriyeke siyasî bo qeyranê ye û zemîn xweşkirine bo qonaxa veguhastinê û bo kêmkirina rijandina xweînê."

Li gor raporta Neteweyên Yekbuyî, şer û pevçûnên 22 heyvan li sûriyê bûye sedema kuştina 60 hezar kesî û koçbûna 700 hezar penaberî û 10 hezaran girtî û wêranbûna Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Sûrî yekser bersiva Xetîb da û belav kirk u helwesta Xetîb ne helwesta Itîlafa Niştimanî ya Sûriyê ye û li dijî naveroka peymana Dewhayêye.

Xendan
Top