Balefirxaneya Hewlêrê Xelata Baştirîn Balefirxaneyan Wergit
Di vê derbarê de desteya Dadweran diyar kir ku, Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê yek ji wan Balefirxaneyên herî baş ya Rojhilata Navîne ku, bilez pêş dikeve lewre evro Balefirxaneya han weke baştirîn Balefirxane hatiye hilbijartin û hêjayê xelata baştirîn Balefirxaneyê ye û em jî weke desteya dadweran xelata han pêşkêşî Balefirxaneya navnetewî ya hewlêrê dikin.
Di berdewamiya vê merasima han de Birêvebera giştî ya Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Xatû Telar Fayiq jî di dema wergirtina xelatê de diyar kir ku, ev xelata han cêha serbilindiyêye bo Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê.
Çavkanî herwiha spasiyên xwe jî pêşkêşî desteya Dadweran kir.
