Li gundekî Helebê 21 kurd hatin kuştin
Çalakvanê siyasî û rûniştvanê gundê Tel Eranî yê girêdayî bajarê Helebê yê bi navê Remezan Hacî ji Rûdawê re wiha got: “Duh danê êvarî Artêşa Azad a Sûriyê di dema derbasbûna karwanekî leşkerên rejîma Sûriyê ya li nêzî gundê Tel Eran êriş kir û 7 tank hatin ruxandin. Piştî wê êrişê, firokeyên şer ên Sûriyê gundê Tel Eran bombebaran kirin. Di encamê de 21 welatiyên gund mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.”
Li nêzî gundê Tel Eran ku piraniya rûniştvanên wê kurd in, artêşa azad a Sûriyê xwest dest dane ser cebilxaneyekî artêşa Sûriyê, lê serneketin.
Endamekî Partiya Berxwedana Kurdistanê ya Rojava jî ji Rûdawê re wiha got: “Di encama şer û pevçûnên artêşa azad û artêşa Sûriyê ya li gundê Tel Hasil ku hemû rûniştvanên wê kurdin, 4 welatî mirine û 41 welatî jî birîndar bûne.”
Gundê Tel Hasil nêzî gundê Tel Eranî yê girêdayî Helebê ye. Zêdetirî 600 hezar kurd li bajarê Heleb û gundên derdora wê dijîn..
Rudaw
