• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêmin Hewramî Bi Konsulusên Amerîka Û Berîtaniyayê Re Civiya

Gulan Media January 31, 2013 Nûçe
Hêmin Hewramî Bi Konsulusên Amerîka Û Berîtaniyayê Re Civiya
Duh li Hewlêrê Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi awayekî cuda bi her yek ji Konsulusên Amerîka û Berîtaniyayê yên li Hewlêrê re civiya.

Di destpêka wan her du civînan de Berpirsên peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê bi awayekî kurt behsa rewş û pêşkeftinên heyî yên li Deverê de kir û ragihand ku, partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê her tim hewl bo diyalog û karê hevbeş li gel opozisyonê didin û di vê derbarê de jî her du aliyan çendîn pêşniyarên girîng pêşkêşî aliyên opozisyonê kirine û niha jî li benda bersifa wanin.

Di derbarê rewşa Îraqê de jî Hêmin Hewramî eşkere kir ku, rewşa niha ya Îraqê gelek metirsîdare û di warê ewlekarî de jî rewşa niha ya Îraqê aloztirîn rewş piştî sala 2003an ye û sedema sereke ya vê yekê jî binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve ye.

Hewramî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa Sûriya û rewşa Kurdistana Rojawa kir û helwestên partiya demokrata Kurdistanê yên di derbarê rewşa Sûriya, Kurdistana Rojawa û herwiha hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Ocelanê re jî pêşkêşî her du Konsulusên Amerîka û Bertîaniyayê kir.
Top