• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraqiye Daxwaza Guhertina Serokê Parlementoyê Dike

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Iraqiye Daxwaza Guhertina Serokê Parlementoyê Dike
Çavkaniyek ji firakisyona Îraqiye ragihand ku, piraniya endamên firakisyona Îraqiye hewl bo vê yekê didin ku, ya Serokê Parlementoya Îraqê Osame Nocifî biguherin anjî baweriyê ji bistînin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, niha ev endamên firakisyona Îraqiye hewl bo damezrandina firakisyoneke demkî bi aliyên din yên di nava Parlementoya Îraqê re didin daku, hijmara qanûniya dengan bo guhertina Serokê Parlementoya Îraqê bidest bixin.

Ji aliyeke din ve jî Serokê Parlementoya Îraqê ev yek red kir ku, bi ti awayî dev ji Serokatiya Parlementoya Îraqê berde.
Top