• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sîstanî balyozê Tirk qebûl nekir

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Sîstanî balyozê Tirk qebûl nekir
Li Iraqê otorîteyê olî yê herî bi bandor Ayetullah Sîstanî, daxwaza hevdîtinê a balyozê Bexdayê yê Tirkiyê qebûl nekir. Tê zanîn, li Iraqê di derheqê Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Tarik Haşîmî de biryara girtinê derketibû û Tirkiyê Haşîmî nedabû Iraqê.

Qeyrana di navbera Iraq û Tirkiyê de careke din derkete holê. Ayetullah Sîstanî, ku li Iraqê otorîteyê olî yê herî bandordar e, hevdîtina balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Yunus Demirer red kir.

Li gorî ragihandina televîzyona el-Meyadin a ku li Libnanê weşanê dike, Ayetullah Sîstanî, nexwestiye bi balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Yunus Demîrer re were cem hev û bê hincet hevdîtin qebûl nekiriye.

Hikumeta Iraqê di derheqê Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Tarik Haşîmî de biryara girtinê derxistibû lê Haşîmîyê ku xwe spartubû Tirkiyê, ji aliyê Tirkiyê ve hatibû parastin û vê jî di navbera her du dewletan de qeyran derxistibû. Dîsa di daxuyaniyeke xwe de, li ser bûyerên Felluceyê, Serokomarê Iraqê Nurî Malîkî diyar kiribû ku, hin dewletên cîran têkilî karên navxweyî yên Iraqê dibin û bi vê jî Tirkiyê îşaret kiribû.


Avestakurd
Top