• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Dîlokê teqîn: Herî kêm 8 kes mirin 15 kes birîndar bûn

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Li Dîlokê teqîn: Herî kêm 8 kes mirin 15 kes birîndar bûn
Li Herêma Pîşesazî ya Dîlokê di fabrîqeyek de teqîn çêbû. Hate diyarkirin ku herî kêm 8 kes mirine, 15 kes jî birîndar bûne.


Li fabrîqeyeke galvanize ya li 4’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze ya Dîlokê ya li bakûrê Kurdistanê, teqînek çêbû. Hate diyarkirin ku heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 15 kes jî birîndar bûne.


Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîlokê Asim Guzelbay hejmara mirî û birîndaran piştras kir. Guzelbay da zanîn ku hejmara birîndaran zêdetir e û ji 2 kesan jî xeber tuneye. Guzelbay anî ziman ku ji bo hejmara miriyan zêdetir nebe di nav hewldanan de ne û diyar kir ku dê sedema teqhînê piştî lêkolînan derkeve hole.


Xebatên ji bo vemirandina şewata li fabrîqeyê derketiye, berdewam dikin.

Rudaw
Top