• Tuesday, 10 February 2026
logo

Binpêkirina mafê rojnamevanan miqayse digel par kêmtir bûye

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Binpêkirina mafê rojnamevanan miqayse digel par kêmtir bûye
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, roja 29.01.2013ê li bajarê Hewlêrê, digel komîteya parastina azadiya rojnamegeriyê û mafê rojnamevanan civiya. Di civînê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bi parêzvanê rojnamevan û demokrasiyê dizane û bi cidî ji bona kêmkirin û binbirkirina binpêkirina mafên rojnamevanan dixebite.

Ehmed got jî ku, ew dê aliyên peywendîdar raspêr in ku, bi qanûnê pabend bin û dûr ji bikaranîna şidetê miamileyê digel rojnamevanan bikin û rê li pêşiya karê rojnamegeriya azad xweş bikin.

- Hikûmeta herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku, hebûna rojnamgeriya pîşeyî xizmeteke ber bi çav a pirosesa hukimdariyê dike û ji bona destnîşankirina kêmasiyan jî alîakriyeke baş dike.

- Raste, me kêmasî hene, lê belê çênabe em rê bidin ew kêmasî zêde bibin, pêwîste rê li pşiya zîdebûna kêmasiyan bigirîn. Ji bona bicîkirina vê wezîfeyê jî divê mediya çavdêriya kar û çalakiyên me bike. Divê em hewil bidin ku, sal bo salê rewşa mediyayê baştir bikin û divê em hemû, bi xemxurî, li dijî kêmasiyan rawstin û rê lê bigirîn û qanûn serwer be.

Komîteya parastina azadîya rojnamegeriyê û mafê rojnamevanan berî çend rojekan dehemîn raporta xwe a li dor binpêkirina mafê rojnamevanan di 6 mehên borî de weşand. Li gor wê raportê sewyeya binpêkirina mafê rojnamevanan, miqayse digel sala par, kêmtir bûye.
Top