• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li aliyekî hevdîtin li aliyek operasyon

Gulan Media January 30, 2013 Nûçe
Li aliyekî hevdîtin li aliyek operasyon
Li Geliyê Mûnzûrê ya li Dêrsimê, ji bo tunekirina 20 gerîlayên PKK’ê di sermaya -20 pîle de operasyon hat destpêkirin.


Duh di ragihandina Tirkiyê de nûçeya ‘wekî gaveke ji bo berdewama hevdîtinên di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de, PKK dê li Dêrsimê 20 gerîlayên xwe yên bêçek bişîne’ derket. Di heman saetan de li herêma behsa wê tê kirin, di sermaya -20 pîle de operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Li gorî nûçeyek di malpereke Tirkiyê de hat weşandin, li Geliyê Mûnzûrê derdora Gundê Aşagitorunoba li hemberî 20 gerîlayên PKK’ê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Di operasyona ku şefaqê destpê kir de, wesayîtên zirxî û tîmên taybet ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Dersimê û 4’emîn Fermandariya Tûgaya Qomando cih girtin. Operasyon gelek bi dizî hat meşandin. Tîmên taybet ku hewl dan xwe bighînin geliyê tê îdîakirin gerîlayên PKK’ê lê ne, ji ber ku 2 metre berf li erdê bû û hewa gelek sar bû, negihîştin herêmê. Beşek ji wan êvarkî vegeriya yekîneya xwe.

Wesayîta leşkerî ya ku ji operasyonê vedigeriya û tê de nêzî 15 qomandoyên taybet hebûn, li nêzî gundê Aşagitorunobayê li ser kêlekê qelibî. Gelek ekîbên leşkerî û ekîbên xilaskirinê sewqî herêmê hatin kirin. Di encama xebata ku nêzî 4 saetan berdewam kir de, qomandoyên di wesayîtê de hatin xilaskirin.
Top