• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Amerîka ligel BDP’ê dicive

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Wezîrê derve yê Amerîka ligel BDP’ê dicive
Wezîrê derve yê nû yê Amerîkayê John Kerry dê serdana xwe ya yekemîn li Tirkiyeyê bike û di dema serdana xwe de bi siyasetmedarên kurd re jî bicive.

Li rojnameya Milliyet a Tirkiyê, wezîrê derve yê Amerîkayê wê bi şandeke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) re rûne.

Di nava şanda wezîrê derve yê Amerîkayê bi wan re rûne, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, Hevserokên BDP´ê Selahedîn Demîrtaş û Gulten Kişanak jî hene.

Tê ragihandin ku wê mijara sereke ya di navbera wezîrê derve yê amerîkayê û şanda nûnerên kurd tê wê li ser hevdîtinên di navbera Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkiyeyê çekberdayîna PKK´ê be.

Rudaw
Top