• Tuesday, 10 February 2026
logo

Partiyên Kurdî: Emê bi PYD re bibin yek û xaka xwe biparêzin

Gulan Media January 29, 2013 Nûçe
Partiyên Kurdî: Emê bi PYD re bibin yek û xaka xwe biparêzin
Partiyên demkrat (El Partî) û demkrat a pêşvero yên kurdî yên Sûriyê nerazîbûna xwe li hember hebûna hêzên Artêşa Azad a Sûriyê û komên çekdarên îslamî li Serêkaniyê nîşan didin û ji bo yekbûnê deriyê xwe ji PYD re vedikin.

Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku tu hêcetek nîne ku hêzên artêşa azad a Sûriyê û komên çekdar ên îslamî li Serêkaniyê bimînin û wiha axivî: “Ji ber ku hêzên Beşar Esed li wir nemane.”

Ebdulhekîm Beşar destnîşan kir ku herçiqas bi partiya yekitiya demokratîk (PYD) re li ser hinek tiştan nakok bin jî lê eger li dijî kurdan destdirêjî bê kirin û wiha axivî: “Emê bi PYD re bibin yek.”

Sekreterê El Partî nerazîbûna xwe li hembe alîkariyên Tirkiyê ji bo çekdarên ereb anî ziman û ragihand ku alîkariyên han dikevin xizmeta Beşar Esed û wiha anî ziman: “Me ji konsolê TIrkiyê yê Hewlêrê daxuyanî xwestiye ku em hêvî dikin ku hikûmeta Tirkiyê destê xwe ji wê lîstika Sûriyê vekşîne. Ger Tirkiye hêzên kurdî jî li bajarê rojavayê Kurdistanê lawaz bike, eva jî ne di berjewendiya Tirkiyê de ye.”

Sekreterê partiya demokrat a pêşvero ya kurdî ya Sûriyê, Ebdulhemîd Derwêş jî Rûdawê re axivî û nerazîbûna xwe li hember hebûna çekdarên îslamî û hêzên arêşa azad nîşan da û wiha axivî: “Destê me û PYD di nav destê hev de ye ji bo ku em bajarên kurdan biparêzin û deverên kurdan ji çekdarên ereb paqij bikin.”

Derwêş da zanîn ku wan hêzek hevbeş pêk anîne ku dora devera Rimêlanê ya tu tê de petrol heye, girtine.

Ebdulhemîd Derwêş diyar kir ku wan pêşniyara vekişandina hêzên çekdar û pêkanîna rêveberiyek demî ya sivîl a hevbeş a kurd-ereb û mesîhî kirine lê heta niha kesî bersiva vê yekê nedaye.

Rudaw
Top