Giftûgo Kirina Bûdceya Kurdistanê Li Parlementoyê Didome
Di destpêka civîna evro de Serokê Parlementoyê behsa bernameya civînê kir û ragihand ku, civîna evro ya Parlementoyê di derbarê proje bûdceya sala 2013an ya Kurdistanê ye.
Piştî bi dawî hatina peyvên Serokê Parlementoya Kurdistanê, Parlementer dest bi nîqaşên xwe yên li ser projeya han kirin û di civîna evroyê de ku, nêzî 3 saetan dom kir nêzî 10 Parlementer nêrîn û têbîniyên xwe li ser projeya han diyar kirin.
