Baran Barîna Bixor Li Kurdistanê Zerer Gehandiye Welatiyan
Di vê derbarê de Peyamnêrên me diyar dikin ku, li Zaxo, Simêl, Soran, Mêrgesûr, Geliya Elîbeg, Qeladizê û Pêncwênê de jiber barîna bihêz ya baranê hevdem ligel xirab bûna çendîn rê û cadeyên sereke çendîn pird jî di bin avê de mane û hatûçûya welatiyan hatiye astengkirin.
Hate zanîn ku, her di encama baran barîna bihêz de li Devera Kelarê de jî zarokek canê xwe ji dest daye û li Devera Ser Meran ya li Devera Mêrgesûrê jî keçek temen 7 sal ketiye nava lihî û canê xwe ji dest daye.
