• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qanûna Xûlên Serokatîyên Iraqê Nahêle Malikî Carek Din Bibe Serok Wezîr

Gulan Media January 28, 2013 Nûçe
Qanûna Xûlên Serokatîyên Iraqê Nahêle Malikî Carek Din Bibe Serok Wezîr
Parlemana Iraqê bi bêyî amadebûna fraksiyona Dewleta Qanûnê bi piranîya dengên endamên parlemanê qanûna diyarkirina xûlên her sê serokatîyên Iraqê pesend kir.


Endamê parlemana Iraqa federal Şuwan Muhemed Teha yê ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kuridstanî ve di bêjedanekê de ji PNA re ragihand:´´ ew proje qanûna ku bo diyarkirina xûlên her sê serokatîyên Iraqê bo du xûlan, pêşkêşî parlemanê hatibû kirin, deng li ser ahte dan û bi pirranîya dengan hate pesendkirin.´´

Şuwan Muhemed Teha di evê bareyê de got:´´ ew projeye bi şêweyeke qanûnî deng li ser hatiye dan û hêzên siyasîyên Kurdistanî, fraksiyona Eliraqîyye, Ehrar û Encûmena Bilinda Îslamî jî di dema dengdanê de amade bûn.´´

Di bareya derkevtina fraksiyona Dewleta Qanûnê ji hola parlemanê de di demê dengdan li ser ewê proje qanûnê de, parlemanterê fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî got:´´ çûna wan ji holê, bandor li ser rêjeya qanûnî û deng nedan li ser evê proe qanûnê nebû.´´

Duh parlemana Iraqê qanûna diyarkirina xûlên her sê serokatîyên Iraqê pesend kir ku ji ev qanûn ji 8 maddeyan pêk dihêt û li gor evê qanûnê, her sê serokatîyên Iraqê tenê bo du xûlan didin û her xûl jî bo maweya 4 salan dibe. Li gor qanûna taze, Nûrî malikî serok wezîrê niha yê Iraqê nikare bo cara sêyem û di hilbijartinên 2014 de xwe bo posta serokatîya wezîran kandîd bike.
Top