• Tuesday, 10 February 2026
logo

Yawer: Em û Bexda li ser du xalên serekî nakok in

Gulan Media January 28, 2013 Nûçe
Yawer: Em û Bexda li ser du xalên serekî nakok in
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer diyar kir ku civîna îro ya Bexdayê de her du alî “li ser du xalên serekî” nakok bûn.

Cebar Yawer ku di heman demê de berdevkê fermandeyê giştî yên parastina Herêma Kurdistanê ye jî, di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe Facebookê weşand, li bara civîna şandên Kurdistan û Bexdayê de diyar kir ku wan di destpêka civînê de bi rijdî daxwaza betalkirina biryarên derxistina efserên kurd ji artêşa Iraqê û hêzên polis ên Iraqê kirine.

Yawer got ku di civînê de her du alî li ser du xalên serekî nakok bûne û wiha axivî: “Yek kifşkirina cihê binecîkirina hêzên hevbeş û ya din jî şêwaza vekişandina hêzên zêde yên her du aliyan ji deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê bû.”

Berdevkê hêzên parastina Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku ji aliyên Iraqî xwestine ku efserên kurd ên ji artêşê hatine derxistin dîsan vegerin cihê xwe û her wiha rêkeftinên berê jî bên cîbicîkirin û livandina hêzên serbazî jî bê sekinandin.

Şanda wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro (27.01.2013) li Bexdayê bi şanda wezareta parastina Iraqê re civiya.

Rudaw
Top