Filîpîn Li Hewlêrê Konsulusxaneya Xwe Vedike
Di hevdîtinekî de heyeta mêwan armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han amadekirina derfet û zemîneke goncav bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Filîpîn deye.
Heyeta mêwan herwiha diyar kir ku, di vê serdana han de vê bi hijmarek ji Rayedarên Kurdistanê re hevdîtinan pêk bînin û çend peymanek jî îmze bikin.
Heyeta mêwan anî ziman ku, welatê wan gelek dixwaze daku, peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike û di vê çarçoweyê de jî biryar daye daku, di paşerojeke nêz de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike.
