• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê dadê: Ocalan pirsgirêka herêmê baş dinirxîne

Gulan Media January 27, 2013 Nûçe
Wezîrê dadê: Ocalan pirsgirêka herêmê baş dinirxîne
Wezîrê dadê yê Tirkiyê sedema ji nû ve destpêkirina hevdîtinên li gel Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan nirxand û got: “Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan siyaseta Tirkiyê û pirsgirêka Herêmê baş dinirxîne.”

Se`dulah Ergîn di bernameyeke televizyona CNN turkê de bersiva pirsa çima dîsa hevdîtin li gel Serokê PKK`ê ji nû ve hatin destpêkirin nirxand.

Ergîn got: “Sedema ji nû ve destpêkirina hevdîtinan li gel Ocalan ji ber ku ji berê zêdetir, Ocalan siyaseta real a Tirkiyê û pirsgirêka herêmê baş dinirxîne, îro zêdetir pozetîv difikire, lewra pêvajo ji nû ve destpê kir.”

Ergîn cext li wê yekê kir ku tişta îro giring ewe ku di dawiya pêvajoyê de çareseriyek bo pirsgirêkê were dîtin.

Her weha di hevdîtina xwe de wezîrê dadê yê Tirkiyê da zanîn ku ev hevdîtin di çarçoveya yasaya û destura Tirkiyê birêve diçin û got: “Ocalan ji ber sizayê discipline bi tenê radio guhdar dikir. Ew siza bi dawî bû, piştre Serokwezîr Receb Teyîb Erdogan rê da û me televizyon bir Îmraliyê.”

Xendan
Top