Dewleta Yasa daxwaza derkirina balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê dike
Endamê Fraksyona Dewleta Yasa Yasîn Mecîd di daxuyaniyekî çapemeniyê de wiha got: “Sazkirina kongreya ‘Serxistina raperîna Iraqê’ ya li bajarê Stenbol ê Tirkiyê ku serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan daxwaz kiribû; wêrankirina Iraqê ya wekî Sûriyê ye.”
Yasîn diyar kir ku ew kongre hevdem ligel bûyerên vê dawiyê yên li Iraqê ye. Navbirî bal kişand ser wê yekê ku herwiha ew kongre hevdem ligel helwestên vê dawiyê yên hevpeymaniya Iraqiye ku ji hikûmetê vekêşiyaye û amadebûna xwe ya di rûniştinên parlamentoyê rawestand.
Endamê Fraksyona Dewleta Yasa bilêv kir ku ew kongre projeyekî tirsnake, bi çavdêriya Îsraîl, Tirkiye û Qeterê hatiye sazkirin û wiha got: “Ew proje ji bo veşartina windahiyên Tirkiyê yên di wêrankirinên Sûriyê de ye.”
Duh li bajarê Stenbolê û li ser daxwaza serokwezîr Recep Tayîp Erdogan kongreya duyemîn a serxistina raperîna Iraqê hatibû lidarxistin.
Rudaw
