• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Rûsya: Desthilata Esed kêm dibe

Gulan Media January 27, 2013 Nûçe
Serokwezîrê Rûsya: Desthilata Esed kêm dibe
Serokwezîrê Rûsya Dimtry Midvedev radighîne ku, êdî derfeta mayîna esed li ser desthilatê roj bi roj kêm dibe.

Di cavpêkeftinekê digel tora CNN a televizyona Amerîkî ku nûsîngeha Serokwezîrê Rûsyayê Dimtry Midvedev îro roja yekşemê belav kiriye, Midvedev tê de gotiye: "Derfeta mayîna Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser desthilatê roj bi roj kêm dibe."

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê ev daxuyaniya Midvedev, daxuyaniya herî bi hêz a Rûsyayêye ku rojên Esed li ser desthilatê kêmbûne.

Her weha di heman çavpêkeftinê de Serokwezîrê Rûsyayê carek din daxwaza goftûgoyan di navbera hikûmeta Sûriyê û opozisyona wî welatî kiriye û dîsan helwesta Moskoyê dupat kiriye ku divê rêjîma Esed ji aliyê hêzên deve ve neyê ruxandin.

Xendan
Top