• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka Û NY Li Hember Lêv Û Tevgerên Artêşa Îraqê Bifikarin

Gulan Media January 27, 2013 Nûçe
Amerîka Û NY Li Hember Lêv Û Tevgerên Artêşa Îraqê Bifikarin
Her yek ji Amerîka û Netewên yekgirtî bi awayekî cuda bi weşandina daxuyaniyên nivîskî dilgiranî û fikarên xwe yên li hember lêv û tevgerên Artêşa Îraqê yên di wan rojên dawî de ên li hember welatiyên xwepîşander diyar kirine.

Di vê derbarê de Amerîka eşkere kiriye ku, êrîş kirine ser welatiyên xwepîşander li Felûceyê gelek metirsîdare û em weke Amerîkayê bi tundî vê helwesta han mehkûm dikin.

Ji aliyeke din ve jî Sekreterê giştî yê NY Ban Ki Moon jî eşkere kiriye ku, xwepîşandan mafê her kesekiye û nabe bi ti awayî gole li ser xwepîşanderan were barandin.

Ban Ki Moon hevdem ligel mehkûm kirina êrîşa Artêşa Îraqê, hevxemiya xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên Bûyera Felûceyê kiriye.
Top