• Monday, 09 February 2026
logo

Dozxormatu: Berpirsekî bilind yê PDK`ê hate terorkirin

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Dozxormatu: Berpirsekî bilind yê PDK`ê hate terorkirin
Birêvebirê polîsê navçe û bajarokên parêzgeha Kerkûkê ragihand ku, birêvebirê istixbarata polîsê Daquq li pêşiya mala xwe li Dozxormatuyê hate terorkirin.

Emîd Serhed Qadir ji Xendanê re ragihand ku: Di êrişeke çekdarî de ku ji aliyê kesên nenas ve, birêvebirê istixbarat yê polisê Daquq muqedem Ednan Şehab li pêşiya mala xwe li navçeya Dozxormatu hatiye terror kirin.

Efserê pile bilind muqedem Endnan Şehab, pêşmergekî diyar yê Partiya Demokrata Kurdistanê ku di sala 1980`an peywendî bi wê partiyê kiribû, piştî ruxana rêjîma Be`sê li polisê navçe û bajarokên Kerkûkê piştre jî li polîsê firyakeftina Kerkûkê kar kiriye û pişî wê jî posta birêvebirê istixbarata polis li Daquqê wergirtiye.

Xendan
Top