• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêmê digel “Mu`az Xetîb” civiya

Gulan Media January 26, 2013 Nûçe
Serokê Herêmê digel “Mu`az Xetîb” civiya
Di çarçoveya kongreya aboriya cîhanî a li bajarê Davosê de, duh 25\1\2013, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beşdarî li semînereke girtiya taybet bi jeopolîtîka bihara Erebî ku bi serpereştiya Sekreterê berê yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Anan birêve çû kir.

Serok Barzanî li gotarek de balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li Êraq li Bihara 1991 raperî û karî civakekî vekirî pêkbîne ku bawerî bi lêborîn û pêkve jiyana aştiyane heye. Her wiha karî aboriya xwe gelek bi rêkupêkî rêk bixe û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê nikarê pişgîriyê li her sîstemekî dîktatorî bike ji ber ku li gel bereya gelane û ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê raperîne.
Her di heman rojê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreê û Opozîsyona Suriye, kir.

Di vê hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê Fuad Husên amade bûn, Ehmed Mu'az El - Xetîb bi dirêjî behsa rewşa Sûriyê û opozîsyona Sûriye kir û hêvî xwest ku li gel hêzê siyasiyên Kurdî li Sûriye hewl bide ku alîkar bin û bigihin peymanekî.

El- Xetîb di hevdîtinê de ragihand ku ew herdem li gel doza Kurd li Êraqê de bûye.

Her wiha nirxandina hewlên navdewletiyan li yarmetîdana penaberên Sûriye li welatên cîran mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Xendan
Top